Haydar Şahin
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Aleksey Navalniyê çalakvanê mixalif ê Ûris yê bi şika "jehrîketina toksîk" li Rûsyayê rakiribûn nexweşxaneyê anîn Almanyayê û tê dermankirin.
Teyareya ambulans a taybet Navalniy îro ber dest êsibê anî Balafirgeha Tegelê ya eskerî ya li Berlîna baytext.
Li balafirgehê di balafirê da tetkîkên ewil hatin kirin û paşê Navalniy bi tevdîrên ewlehiyê anîn Nexweşxaneya Charîteyê ya Berlînê.
Navalniy di 20 tebaxê da ji bo here Moskovayê li bajarê Tomskê li teyareyê siyar bibû, di dema rêwîtiyê da halê wî gelekî xirab bibû li ser vê teyare daketibû balafirgeha li Omskê.
Li ser şika "jehrîketina toksîk" Navalniy rakiribûn nexweşxaneya li Omskê û hatibû îdiakirin ku jehrî tevî çaya wî kirine ji ber vê Navalniy bi jehrî ketiye.