22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Li navçeya Til Ebyada ku bi Hereketa Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat xilaskirin bi motosiklêta bombebarkirî va êrîşa terorê hat kirin û 3 sivîl birîndar bûn.
Motosiklêta li bajaroka Suluka başûrê rojhilatê navçeya Til Ebyadê dikeve parq kirîbû, teqiya.
Di êrîşa bombeyî ya li nêzî goristana bajarokê hat kirin da 3 sivîl birîndar bûn.
Birîndaran demildest rakirin nexweşxaneyan.
Eskerên Artêşa Neteweyî û hêzên ewlehiyê yên herêmî hatin cihê bûyer lê qewimî û wisa tê texmînkirin ku êrîş ji hêla YPG/PKKyê va hatiye kirin.