Muhammet Kurşun
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê mucadeleya li dijî rêxistinên terorî got: "Di pêşeroja herêma me de ji rêxistinên terorî re cih tuneye. Bi taybetî YPG/PYD ji aliyê kîjan welatî dibe bila bibe muxateb were girtin, ev yek qetiyen ne li gorî lihevkirina asta kureyî ye. Bi tu awayî ne munasib e."
Serkomar Erdogan û Serokê Emrîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina dualî ya li Nivîsîngeha Ovalê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Erdogan di daxuyaniya xwe de ji bo eleqeya xwe û heyeta xwe sipasiya Trump û ekîba wî kir.
Serkomar Erdogan ji bo serkeftina hilbijartinê Trump pîroz kir û anî ziman ku di hevdîtina dualî de têkiliyên Tirkiye û Emrîkayê yên hevpariya stratejîk û xwedî paşerojeke bingehîn in û rewşa mewcûd nirxandine.
Erdogan bal kişand ser peywendiyên Tirkiye û Emrîkayê û got têkiliyên herdu aliyan li ser nirxên demokratîk û menfîetên hevpar hatine danîn. Erdogan wiha axivî: "Bihêzkirina têkiliyên me hem ji bo menfîetên dualî hem jî ji bo aştiya cîhanê û îstiqrarê muhîm e. Herêma me di serdemeke tevlihev re derbas dibe. Hevkariya herdu aliyan di vê mijarê de ji her demê zêdetir muhîm e."
Li ser hemahengiya bi Emrîkayê re Erdogan wiha nirxandin kir:
"Di serdema pêş me de, biryara me ew e ku diyalog û hemahengiyê bidomînin. Ez bawer dikim ku ev ziyaret ji vî aliyî ve xaleke bingehîn teşkîl dike. Hem hevdîtina dualî hem jî ya navbera heyetan ji bo destkeftiyên mezin firsend in."
Serkomar Erdogan der barê têkoşîna terorî de wiha got: "Di serî de DEAŞ, divê em hemahengiyeke hevpar li hemberî rêxistinên terorî yên li herêma me nîşan bidin. Em yek gelekî muhîm e. Em bi biryar in ku li hemberî van rêxistinên terorî yên ku pêşeroja me tehdîd dikin mucadeleyê bikin. Em di vir de ferqê naxin navbera rêxistinên terorî. Di pêşeroja herêma me de ji rêxistinên terorî re cih tuneye. Bi taybetî YPG/PYD ji aliyê kîjan welatî dibe bila bibe muxateb were girtin, ev yek qetiyen ne li gorî lihevkirina asta kureyî ye."
Herwiha Serkomar Erdogan wiha dewam kir: "Divê em rê nedin kesên ku çalakiyên rêxistinên terorî ji xwe re bikin hincet û bixwazin bingeha bawerî û nijadî ya herêmê biguherînin. Yên ku dixwazin kaosa li Sûriye, Iraq, Yemen û Lîbyayê ji bo xwe re bigerînin firsendê dê zû an dereng winda bikin. Hemahengiya herdu muttefiqan û hevkariya nêzîk, ji bo berterefkirina şebekeyên cînayetê yên destbixwîn bes e."
Li ser mijara Sûriyê jî wiha got:
"Herwiha me gavên hevpar ên li Iraqê û Sûriyê jî nirxandin. Serkedtina Trump a di hilbijartinê de rê li ber çêbûna hêviyên nû û şînbûna daxwazên nû vekiriye. Em bawer dikin Rêveberiya Emrîkayê ya nû van hêviyan bala dernaxîne. Bi taybetî piştî êrişa kîmyayî ya Sûriyê helwesta bibiryar li gor me gelekî di cî de ye. Di mijara mucadeleya li dijî terorîstan bi awayekî birbiryar dê rê li ber telafîkirina xeletiyan jî veke."
Der barê FETO de jî Serkomar Erdogan got: "Ezê ji Birêz Serok re (Serokê Emrîkayê Trump) hêviyên me yên der barê faila hewla derbeya 15ê Tîrmehê rêxistina terorî FETO de bi awayekî vekirî îfade bikim."
Di dawiyê de Erdogan got ewê kêfxweş bibe ku Trump û malbata wî li Tirkiyê biezimîne.