Muhammet Kurşun
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump bi merasima resmî pêşwaziya Serkomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Serkomar Erdogan, ji Blair Houseê ku bicih bûbû veqetiya û ber bi Koşka Spî ve ket rê. Erdogan di ketina Koşka Spî de ji aliyê tîma merasimê ve hat pêşwazîkirin. Erdogan di daketina wesayita meqam de digel Serokê Emrîkayê Trump merheba kir û silav da rojnamevanan. Piştre deftera rûmetê îmze kir.
Erdogan û Trump ji bo hevdîtina dualî der barî Nivîsîngeha Ovalê bûn.
Trump berî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt da û got: "Têkiliyên me yên pir baş digel Tirkiyê hene. Divê em ban baştir bikin."
Trump diyar kir ku dê li ser têkiliyên Tirkiye û Emrîkayê guftûgoyên zehmet û dirêj bikin. Herwiha ji bo ziyaretê sipasiya Erdogan kir.
Hevdîtin bi seeta Tirkiyê 19.45an de dest pê kir.