Haydar Şahin
18 Adar 2026•Rojanekirin: 19 Adar 2026
Serokê Îranê Mucteba Xamaney di daxuyaniya xwe ya ku li ser bi êrîşa asîmanî ya Îsraîlê kuştina Elî Laricaniyê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî da diyar kir ku "kujerên berpirsyar dê berdêlê bidin."
Xamaney ji ser platforma çapemeniya civakî ya Xê ya ku navenda wê Amerîka ye da ji ber mirina Laricanî peyameke sersaxiyê weşand.
Xamaney sersaxiyê da malbata Laricanî û diyar kir ku her xwîna ku dirêje pergalê hê xurttir dike.
Xamaney got ku "Helbet berdêla her xwînê heye. Kujerên sûcdar ên şehîdan dê di demek nêz da vê berdêlê bidin."