Dinya

Trump daxuyand ewê li Washingtonê cezayê îdamê ji bo kujeran bixwaze

Hakan Çopur  | 27.08.2025 - Rojanekırın : 28.08.2025
Trump daxuyand ewê li Washingtonê cezayê îdamê ji bo kujeran bixwaze

Washington DC

Serokê DYAyê Donald Trump daxuyand ewê li Washingtona paytext cezayê îdamê ji bo kujeran bixwaze.

Serokê DYAyê Trump di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî de li ser ewlehiya Washingtonê daxuyanî da.

Trump diyar kir ku bi tedbîrên zêde yên ku li Washingtonê girtine, rêjeya sûc bi awayekî berbiçav kêm kiriye û ew bi vê yekê serbilind in, herwiha destnîşan kir ku li paytextê, ​​bi taybetî di du hefteyên dawî da, tu kuştin çênebûye.

Trump got, "Ger kesek li Washingtonê kesekî bikuje, emê cezayê îdamê jê ra bixwazin."

Trump bi bîr xist ku sererastkirinên ku behsa wan tê kirin ji bo eyaletên DYAyê hatine dayîn û destnîşan kir ku ewê binerin ka sererastkirinek çawa dikare bê kirin.

- "Ez dîktator nînim"

Ji aliyekî din va, Trump tekezî kir ku ewê li seranserê welêt tedbîrên tundtir bigirin da ku li dijî sûc şer bikin û got, "Ez dîktator nînim, ez tenê dizanim ka meriv çawa pêşî li sûc digire."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.