Erebistana Siûdî jî di nav da gelek welatên Ereban ragihand ku dê Cejna Remezanê roja înê dest pê bike
Istanbul
Li Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY), Yêmen, Bahreyn, Libnan, Sûdan, Filistîn û Kuweytê 20ê adarê roja înê wekî roja ewil a Cejna Remezanê hat îlankirin.
Li gor nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî di daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Qraliyetê ya Erebistana Siûdî da hat diyarkirin ji ber ku hîlala meha şevalê nehat dîtin Mehkemeya Bilind biryar da ku 19ê adarê roja pêncşemê roja dawîn a meha remezanê ye û 20ê adarê roja înê jî destpêka Cejna Remezanê ye.
Komîteya Çavdêriya Heyva Nû ya Serokatiya Karên Îslamê û Weqfan a Qeterê jî ji ber ku heyva nû ya meha şevalê nehat dîtin 20ê adarê roja înê wekî roja ewil a Cejna Remezanê ragihand.
Dîwana Serokatiya Dewletê ya MEYê eşkere kir ji ber ku heyva nû ya meha şevalê nehat dîtin 19ê adarê roja pêncşemê roja dawîn a meha remezanê ye, 20ê darê roja înê jî dê roja ewil a Cejna Remezanê be.
Miftiyê Quds û Filistînê Şêx Mihemed Huseyîn jî ragihand ku dê Cejna Remezanê roja înê dest pê bike.
Wezareta Rêberî û Weqfan a Yêmenê jî eşkere kir ku 20ê adarê roja înê roja ewil a Cejna Remezanê ye.
Kuweyt, Bahreyn, Sûdan û Libnanê jî îlan kir ku dê Cejna Remezanê 20ê adarê roja înê dest pê bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
