Diyanetê berdêla fitreyên îsal wekî 240 lîreyî diyar kir
Ankara
Lijneya Bilind a Karûbarên Dînî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ragihand ku berdêla fitreyên îsal wekî 240 lîreyî hat diyarkirin.
Di daxuyaniya lijneyê da hat diyarkirin ku di civîna bi serokatiya Abdurrahman Haçkaliyê Serokê Lijneya Bilind a Karûbarên Dînî da berdêla fitreyên îsal hat diyarkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Hedîsên şerîf ên têkildarî mijarê û şert û mercên sosyoekonomîk ên heyî li ber çavan hatin girtin û berdêla fitreyên ji remezana 2026 heya destpêka meha remezana 2027an wekî 240 lîreyî hat diyarkirin. Dayîna meblaxa diyarkirî hem wekî neqdî û hem jî wekî eynî ango madeyên xidayê, mumkin e. Ev miqdar di heman demê da wekî berdêla fidyeya rojiyekê jî hat diyarkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
