İbrahim Atmaca
05 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2019
Li Altinordiya navçeya Orduyê Ozgur Arduçê ku Ceren Ozdemira xwendekara zanîngehê ya 20 salî bi kêrê kuştiye, hat girtin.
Piştî karûbarên fermî yên li Midûriya Ewlekariya Orduyê, polêsan tevdîrên ewlehiyê hildan, Ozgur Arduç şand Edliyeya Orduyê û li dozgeriyê jî dayîna îfadeya wî, kar û bar hatin kutakirin. Bersûc ji ber sûcê "bi hestên hovane kuştina qesdî" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayê sulhê ya nobedar kir.
Dadgeriyê biryara girtina Arduç da û piştî kar û barên dawîn ên li edliyeyê wê wî neqlî Hebsa Girtî ya Efîrliyê Tîpa Fyê bikin.