Abdullah Tel
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê Mizgefta Siltan Evdilhemîd Xan a bi qasî salek berê avakirina wê dest pê kiribû ji bo ku bigihêje meha Remezanê, hewl tê dayîn.
Mizgefta bi qasî 500 kes wê bikaribin tê da nimêj bikin li Taxa Xadrayê ya navenda Kerkûkê tê avakirin û li ber qedandinê ye.
Evdirezaq Hurmuzluyê mele û xatîbê Mizgefta Siltan Evdilhemîd Xan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Li Kerkûkê ser navê kal û ecdadekî me yê mezin û muhim avakirina vê mizgeftê serbilindî ye. Ev li taxa me mizgefta herî mezin e û lêkirina navê Siltan Evdilhemîd jî deynê ser me ye."
Hurmuzlu der barê taybetiyên mizgeftê da jî agahî da û diyar kir ku mizgeft li ser qadeke meziniya wê bi qasî donim û nîvekê hat avakirin û wiha pê da çû: "Di mizgeftê da bi hev ra qasî 500 kes wê bikaribin nimêj bikin. Di mizgeftê da bi taybetî ji bo jinan jî cih hat cihêkirin û eywan, qursên Qur'anê jî wê hebin."
- Bi bexşên xêrxwazan va tê çêkirin
Hemû mesrefên mizgefta Siltan Evdilhemîd bi bexşên xêrxwazan va tên helkirin.
Fehîd Hedîdiyê ku nûnerê şirketa çêkirina mizgeftê hilda ser xwe got: "Me salek berê dest bi înşeata mizgeftê kir û çêkirinê bi pereyên tên bexşkirin va birêva dibin. Şêniyên taxê, karsaz û xêrxwaz alîkariyê didin û mizgeft wisa tê avakirin."
Hedîdî destnîşan kir ku karê mizgeftê zêde nemaye û ew dixwazin ku heta serê meha Remezanê mizgeftê ji bo îbadetê vekin.