Haydar Şahin
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
QAHIRE
Hat ragihandin ku li Misrê bi hinceta "endamtiya Teşkîlata Birayên Misliman (Îxwan) dest danî ser mal û milkê 16 kesan û di nav van kesên ku dest dan ser malên wan da 6 zarokên Yûsif Qeredawiyê Serokê Yekîtiya Alimên Misliman a Dinyayê jî hene.
Di daxuyaniya Komîteya Emlak û Milkiyetên Girêdayî Îxwanê ya ku bi destê rêveberiya Misrê hat avakirin da wiha hat gotin: "Dest dan ser mal û milkê 16 kesên endamê Îxwanê, di nav van 16 kesan da Ebdirrehman, Mihemed, Usame, Siham, Ala û Esmaya zarokên Qeredawî jî hene.
Hat ragihandin ku di nav kesên ku dest dan ser malên wan da Husam Xelefê rêveberê Partiya Wetanê û mêrê Ula Qeredawiya qîza Yûsif Qeredawî jî heye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku "dest dan ser hemû mal û milkê ku ev kes rasterast an jî bi rêyên din xweyê wan in."
- 6 zarokên Qeredawî li dervayî Misrê ne
Ehmed Maziyê parêzerê Husam Xelef der barê mijarê da got, "Ji xêncî Ulaya qîza Yûsif Qeredawî hemû zarokên wî li dervayî welêt in."
Mazî got ku destdayîna ser mal û milkê miwekîlê wî "dereqanûnî" ye û çi îtiraz hewce bike ew ê bikin.