Elif Orhan
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
BARCELONA
Serokê Rêveberiya Xweser a Qatalonyayê Carles Puigdemont da zanîn ku li bajarê Barcelonayê minîbûsek ket nav qerebalixê, di encama bûyerê de 12 kes mirin û 80 kes jî birîndar bûne.
Tirkiyeyê êrîşên terorê yên li Îspanyayê şermezar kir
Puigdemont daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku di encama bûyerê de 12 kes mirin û 80 kes birîndar bûn û der heqê êrîşê de 2 kes hatin binçavkirin.

Amaqa organa ragihandinê ya DEAŞa rêxistina terorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku DEAŞê berpirsyarî hildaye ser xwe.
Polêsên Qatalanî îlan kirin ku her wiha li Barcelonayê di rêyeke ku ji trafîkê re hat girtin de otomobîlekê li du polêsan qeliband û pişt re polêsan ajokarê wesayîtê kuşt.
Şaredarê Barcelonayê Ada Colau da zanîn ku dê sibê li qada sereke ya bajêr sekna rêzgirtinê bikin.
Polêsan nûçeyên ku berê di çapemeniya herêmî de cî girtin û digotin ku êrîşkar ketine restoranekî û derî li ser xwe girtine jî derewand.

Di daxuyaniya ku ji Qesra Qraliyetê ya Îspanyayê hat dayîn de êrîşa li Barcelonayê hat şermezarkirin û gotina "Kujer nikarin me bitirsînin" hat bikaranîn.
Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy qal kir ku terorîst tu carî nikarin ku gelekî bûye yek tune bikin û got ku "Îspanya li gel qurbanî û malbatên wan e."
Polêsên Qatalanî eşkere kiribûn ku bûyera li Las Ramblasê êrîşa terorê ye û diyar kir ku protokola ewlehiyê di asta herî jor de aktîf kirin. Polêsên Qatalanî pêşniyazê gel kir ku danekevin kolanan.
Di vê navberê de cendirmeyan îlan kir ku nasnameya kesekî ji du kesên ku wek gumanbarê terorê lê digerin Drîss Oukabîr e.
Polêsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin û îstasyonên metro û trênê jî hatin girtin.