Önder Beyter
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Berdevkê Artêşa Lîbyayê Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya ji ser Twitterê da wiha got, "Ji roja ku agirbest hat îlankirin û hêzên me yên qehreman pabend in, heta niha ev cara 4an e milîsên Hefter agirbest binpê kir."
Kununu diyar kir ku milîsên Hefterê terorîst bi fuzeyên grad li dijî hêzên li rojavayê Sîrteyê êrîş pêk anîn.
Kununu wiha dewam kir, "Hêzên me di amadebaşiya seferberiyê da ne. Em li benda telîmata Serokwezîr Fayîz es-Serac in ku di maweya guncan da bersivê bidin."
Kununu der heqê wê yekê da agahî neda ku gelo di binpêkirina dawîn a agirbestê da tu ziyaneke canî heye yan na.