09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
LOUISVILLE
Nimêja cinazeyê Mihemed Eliyê boksorê navdar û şampiyonê dinyayê ku di 74 saliya xwe da ji ber bêhnefişkiyê li DYAyê miribû wê li Lousivilleyê bê kirin û merasim wê du rojan dewam bike.
Lousivilleya bajarê Kentûckya eyaleta DYAyê ku Mihemed Elî lê hatiye dinyayê ji bo merasimeke girîng tê amadekirin. Li bajêr amadehiyên ji bo merasimeke bêkêmasî ya oxirkirina boksorê navdar Elî xebat didomin.
Hezkirên boksorê efsanewî tên "Navenda Mihemed Elî" ya li ser navê wî hatiye çêkirin û mala ku lê hatiye dinyayê ziyaret dikin. Hezkirên wî gul, çîçek û peyamên ku hezkirina xwe tê da anîne ziman datînin kuncikên hatine kifşkirin.
Merasimên li bajêrê nêzî 600 hezar kes lê dijîn wê bi nimêja cinaze ya ku îro di saet 12.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê di saet 19.00î da) bê kirin va wê dest pê bike.
Wisa tê texmînkirin nêzî 15 hezar kes wê beşdarî nimêja cinaze bibin ku wê li "Freedom Hall"a ku Mihemed Elî di sala 1960î da cara ewil bi profesyonelî derket qada boksê, bê kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê tevlî merasimê bibe.
Ji bo boksorê navdar merasima duyemîn jî wê sibê li "KFC Yum! Center"ê were kirin. Wê nûnerên ol û civakên cuda û heskiriyên Mihemed Elî tevlî merasimê bibin.
Hat destnîşankirin ku wê ji xeynî Bîll Clîntonê Serokê DYAyê yê berê, lîstikvan Wîll Smîth, komedyen Bîlly Crystal û Bryant Gumbelê şîrovekarê sporê di merasimê da xeber bidin.
Cinazeyê Mihemed Elî sibê wê li kolana Louisvilleyê di guzergaha ku hatiye eşkerekirin da bibin û li goristana Cave Hillê bê veşartin.
Bob Gunnellê berdevkê malbatê der barê merasimê da civîna çapemeniyê çêkir û destnîşan kir ku ji bo merasima ku wê roja înê li "KFC Yum! Center"ê were kirin bêpere bilêt hatine belavkirin û di demeke kurt da qediyane.
Gunnell diyar kir ku hin kesên bilêt girtine li ser înternetê difiroşin û got ku ev li gor wesiyeta Mihemed Elî nîne û der barê kesên ku hatin tesbitkirin da wê gilîdar bin.
Îmam Zaîd Shakîrê ku wê merasimê îdare bike li Louisvilleyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku alema Îslamê bi mirina Mihemed Elî nirxekî xwe winda kir û got ku mîrateya wî hezkirina di navbera ol û civakên cuda da ye.