HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku ji ber berdewamiya pêvajoya çareseriya li Tirkiyeyê gelekî kêfxweş in û wiha axivî: "Siyasetmedarên kurd lazim e bi rêbazeke maqûl piştgiriyê bidin van pêngavan."
Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Sertaç Bûcak û lijneya ligel wî qebûl kir. Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya HKIyê, Barzanî di axaftina xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê de wiha peyivî: "Em pêngavên ku li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê tên avêtin û guherînên bixêr bi kêfxweşî tekîb dikin. Pêdiviya kurdên Tirkiyeyê bi siyaseteke aqilane heye. Siyasetmedarên kurd lazim e bi rêbazeke maqûl piştgiriyê bidin van pêngavan."
Ji bo paşeroja Kerkûkê jî Barzanî wiha axivî: "Em hurmetê nîşanî îradeya gelê Kerkûkê didin. Dê di referandûmê de paşeroja xwe diyar bikin. Em ê ji bo ku Kerkûk ji hemû herêm û dinyayê re bibe modela xweşbînî û çanda jiyana hevpar bixebitin."
Sertaç Bûcak got ku pêvajoya serxwebûna herêma Kurdistanê bi kêfxweşî tekîb dikin û pêngavên tên avetin girîng dibînin û piştgiriyê didinê.