Dinya

Macron: "Di pozîsyona Amerîkayê ya Sûriyeyê da guherîn heye"

Emmanuel Macronê Serokê Fransayê got di mijara Sûriyeyê da pozîsyona Amerîkayê hinekî guheriye ji ber vê memnun in

Haydar Şahin  | 26.09.2018 - Rojanekırın : 27.09.2018
Macron: "Di pozîsyona Amerîkayê ya Sûriyeyê da guherîn heye"

Ile-de-France

PARÎS

Emmanuel Macronê Serokê Fransayê got di mijara Sûriyeyê da pozîsyona Amerîkayê hinekî guheriye ji ber vê memnun in.

Macron di Lijneya Giştî ya 73yan a Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hat lidarxistin da axivî û paşê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Macron bibîrxist ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya 73yan a NYyê da duh bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra hat ba hev, di çend mijaran da wekî hev nafikirin lêbelê di mijarên din da jî pêşketin heye û wiha axivî: Di mijara Sûriyeyê da pozîsyona Amerîkayê hinekî guheriye. Ji ber vê kêfxweş im."

Macron diyar kir ku di mijara alîkariya mirovahiyê ya ji bo Îdlibê da Trump jî dizane ku aciliyet heye, li hev kirin ku ji bo Sûriyeyê çareseriya siyasî lazim dike.

Macron destnîşan kir ku di mijara hilbijartin û reforma qanûna bingehîn a Sûriyeyê da hêviyên wî ji Amerîkayê hene, di mijara peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû îmzekirin da jî wekî Trump nafikire.

Macron got ji bo kêmkirina ragêşiya li herêmê dixwaze di mijara Îranê da çareseriyekê bibînin.

Serokê Fransayê Macron di meseleyên çareserkirina krîzên li herêmê û ewlekariyê da Amerîka hevkarê Fransayê ye û dixwazin bi Amerîkayê ra xebatên tesîrdar bikin û got, "Ez dixwazim Amerîka vegere ser Peymana Avûhewayê ya Parîsê lêbelê di demeke kin da vê hêvî nakim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın