Elif Orhan
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 27 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku xitabî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bike bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek kir.
Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump di dema hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê de hatin bal hev.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun di parvekirina xwe ya ser hesaba Twîtterê de diyar kir ku li derveyî hêwana Lijneya Giştî her du serokan bi awayekî samîmî demekî kurt sohbet kirin.
Serokomar Erdogan û Trump piştî ku destê hev şidandin demekî sohbet kirin, li gel Serokomar Erdogan xanima wî Emîne Erdogan li gel Trump jî xanima wî Melanîa Trump hebû.
Serokomar Erdogan piştî vê hevdîtinê derbasî hêwanê bû û xitabî Lijneya Giştî ya NYyê kir.