19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta DYAyê Barack Obama di têlefonê de xeberdan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan Erdogan û Obama bi şev di têlefonê de axivîn û bal kişandin ser rewşa eskerên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê ne û li ser hewlên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka navbera Tirkiye û Iraqê didome jî axivîn.
Serokê DYAyê Obama ji Serokomar Erdogan xwest ku ji bo kêmkirina rageşiya bi Iraqê re tanzîmkirina hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî di nav de gavan biavêje.
Serokomar Erdogan jî ragihand ku ew rêzê nîşanî bihevrebûna temamiya axa Iraqê û serdestiya wê didin û got ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî ji bo têkoşîna li hemberî DAEŞê li wê derê ne û ev yek him ji bo ewlehiya Iraqê û him jî ji bo ya Tirkiyeyê girîng e.
Her du lîderan jî ji bo daxistina rageşiya navbera Tirkiye û Iraqê û têkoşîna li hemberî DAEŞê li ser têkiliyên dîplomatîk û hewlên kordînasyonê li hev kirin.