Tahran
TEHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi Theresa Maya Serokwezîra Îngiltereyê û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ra hat ba hev.
Ruhaniyê ji bo Lijneya Giştî ya 73yan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorka bajarê Amerîkayê ye bi Maya Serokwezîra Îngiltereyê û Macronê Serokomarê Fransayê ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Îranê Ruhanî got peymana nukleer divê bi taybetî di qada aboriyê da dewam bike û ji bo vê jî divê hevkarî û îstişare bi awayekî aktîf bên kirin.
Ruhanî got Îran dixwaze bi Îngiltereyê ra têkiliyên xwe xurt bike, heke di qada bankavaniyê da têkilî xurt bibin evê tesîreke erênî li ser aborî, bazirganî û veberhênanan bike.
May jî got divê peymana nukleer bê parastin, têkiliyên aboriyê jî di nav da bi Îranê ra divê di hemû qadan da pêşketin çêbibin.
Di hevdîtina Ruhanî-Macron da jî dîsa di mijarên aborî, bazirganî, fînans û vejenê da xurtkirina têkiliyên herdu welatan derkete pêş.
Hat gotin tu astengî li ber hevkariya Îran û Fransayê tune.
Herdu serokomaran anî ziman ku divê peymana nukleer bê parastin.