Tirkiye

Li Tirkiyeyê emrê tê texmînkirin 78 sal e

Li Tirkiyeyê jidayikbûnê pê va dema jiyanê ya tê texmînkirin wekî 78 sal hat hesabkirin.

Haydar Şahin  | 26.09.2018 - Rojanekırın : 27.09.2018
Li Tirkiyeyê emrê tê texmînkirin 78 sal e

Ankara

ANKARA

Li Tirkiyeyê jidayikbûnê pê va dema jiyanê ya tê texmînkirin wekî 78 sal hat hesabkirin.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên "Tabloya Jiyanê, 2015-2017" eşkere kir.

Li gor vê ji bo tevahiya Tirkiyeyê, jidayikbûnê pê va dema jiyanê wekî 78 sal hat hesabkirin.

Hat gotin ku dema ji bo destpêka xebatê 15 salî qebûl bikin merivek ew ê ji vî emrî pê va kêmzêde 64,1 salên din jî bijî, heman dem ji bo mêran 61,5 sal ji bo jinan jî 66,8 sal hat tesbîtkirin.

Dîsa hat hesabkirin ku ji bo kesekî 30 salî kêmzêde 49,6 sal dema jiyanê maye, dema jin û mêran ji hev derdixin ji bo mêran 47,1 sal ji bo jinan jî 52,1 sal dimîne. Ferqa di navbera emrê jin û mêran da jî 5 sal hat hesabkirin.

Li gor qeydan ji bo kesekî 65 salî yê li Tirkiyeyê dijî 17,7 sal dema jiyanê maye, dîsa dema jin û mêran ji hev derdixin jî ji bo mêran 16 sal ji bo jinan 19,2 sal emr dimîne. Li gor vê jinên ji 65 salî mezintir ew ê 3,2 salan ji mêran zêdetir bijîn.

- Dema emrê texmîn dikin herî zêde li Tunceliyê ye

Ji dayikbûnê pê va emrê texmîn dikin herî zêde bi 80,7 salan va ji bo Tunceliyê hat tesbîtkirin, piştî vê bi 80,3 salan va Muxla, bi 80 salî va Trabzon ketin rêzê. Ji dayikbûnê pê va dema jiyanê ya hêvî dikin a herî kêm jî bi 76,8 salan va ji bo Kilîsê hat hesabkirin, piştî vê bi 76,8 salan va Agirî û Kutahyayê, bi 76,9 salan va Erdexan û Gazîentabê di rêzê da cî girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.