BEXDA
Li bajarên cuda yên Îraqê, di êrîşên bombeyî de li gor agahiyên ewil 38 kes mirin 130 kes jî birîndar in.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin girtin, li 2 herêmên Kazîmiye ya bakurê paytext Bexdayê êrîşên bombeyî yên hevdem hat lidarxistin. Li Basrayê jî du wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin.
Li El-Kûta navenda Vasatê û Es-Semaveya navenda Mûtannayê du wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin.
Li çend deverên Bexdayê jî 8 wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin.
Li gor agahiyên ewilî di teqînan de 38 kesan can da û 130 kes jî birîndar bûn.