Haydar Şahin
08 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2023
Li Şîraza bajarê Îranê ji ber êrîşa ser Tirbeya Şah Çerax a ku 13 kesan can dabû û 2 kes dihatin darizandin. Di encamê da biryar hat dayîn û 2 kes hatin dardakirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê înfaz îro şeveqê li ser Kolana 9emîn a Şîrazê hat kirin.
Daraza Îranê di 24ê Gulanê da ragihand ku cezayê îdamê li Mihemed Ramîz Reşîdî û Naîm Haşîmî hatiye birîn.
Di 26ê Cotmeha 2022yan da li ser Tirbeya Şah Çerax êrîşa çekdarî hatibû kirin û 13 kes hatibûn kuştin û 30 kes jî birîndar bûbûn.
DEAŞa rêxistina terorê êrîş hildabû ser xwe.