Tuğçenur Akgün
08 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2023
DYA di çarçoveya envantera xwe ya alîkariya eskerî de dê piştevaniya bombeyên mîsketan bide Ukraynayê.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYAyê Jake Sullivan di civîna rojane ya li Qesra Spî de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Sullivan destnîşan kir ku li gorî pêdiviya wê ya sehayê ew alîikariya eskerî didin Ukraynayê û tekezî li wê yekê kir ku ji bo berdewamiya operasyonanpêwîstî bi çekên topçî heye.
Sullivan anî ziman ku "ewê Ukraynayê bê berxwederî nehêlin" û behsa sedemên dana bombeyên mîsketan kir.
Sullivan herwiha got ku Rûsya ji seretaya şerê bi Ukraynayê re bombeyên mîsketan bi kar tîne û got, "Rêjeya xeteyê di bombeyên mîsketan ên Rûsyayê de ji sedî 30-40 e. Di vê çarçoveyê de Ukrayna ji bo serweriya herêma xwe daxwaza bombeya misketê dike."
Sullivan îfade kir rêjeya xeteyê di bombeyê mîsketan a DYAyê de ji sedî 2.5 zêdetir nîn e.