Türkan Tosun
26 Tebax 2018•Rojanekirin: 27 Tebax 2018
ANKARA
Li Tazeabada navçeya Kirmanşaha eyaleta Îranê bi saeta herêmî di saet 02.43an de bi lerza 5,9 erdhejek çêbû.
Waliyê Kirmanşahê Hoşeng Bazund daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê û got di erdhejê de heta niha kesek miriye û 219 kes jî birîndar bûne.
Bazund got tîmên lêgêrîn û tenduristiyê çûne cihê bûyerê, birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Bazund anî ziman hin welatî heta sibê li derva mane.