Li Îranê bi mezinahiya 6,1 û 6,3yan du erdhej çêbûn
Tahran
Li başûrê Îranê li eyaleta Hurmuzganê bi mezinahiya 6,1 û 6,3yan du erdhejên din jî çêbûn.
Li gorî ajansa nîvfermî ya Îranê Ajansa Nûçeyan a Farsê, erdheja bi mezinahiya 6,1ê ya ku navenda lerzê, derdora bajarên Bender Hemîr û Bender Lenge yên Hurmuzganê ye, bi dema herêmî di saet 02.02yan da çêbû.
Li gorî encamên destpêkê, di erdhejê da 3 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin, erdhej 10 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû.
Piştî erdheja ewil, 15 lerzên dumahîkê yên mezinahî 6,1 û 6,3 jî çêbûn.