Muhammet Kurşun
04 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2021
Li Çaharmahal-Bextiyariya eyaleta Îranê bi lerza 5,7an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiê ya Zanîngeha Tehranê, li Kuhrenga navçeya Çaharmahal-Bextiyariyê bi saeta herêmî di saet 06.09an da erdhej çêbû.
Hat ragihandin erdhej 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Li gor nûçeyên çapemeniya dewletê ya Îranê, piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê bûn, birîndar hene û hin avahiyan jî zirar dîtiye.