Nihat Kavşut
27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2019
Li Sûriyeyê êrîşên esmanî yên rejima Beşşar Esed û Rûsyayê yên li ser Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlib dewam dikin û li gor agahiyan di bombebarana rejim û Rûsyayê ya li ser Îdlibê da 14 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl birîndar bûn.
Li Sûriyeyê li gor agahiyan di bombebarana rejim û Rûsyayê ya li ser Îdlibê da 14 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl birîndar bûn. ( Muhammed Said - Anadolu Agency )
Mala çavdêriya balafiran ya mixalifan ragihand rejima Esed ji ber destê sibehê da êrîşên esmanî dibe ser Erîha navçeya Îdlibê, Morîka navçeya Hamayê û gundên Amqiyye, Hewaş û Ziyaraya di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da ne.
Li gor agahiyên mala çavdêriyê balafirên şer yên Rûsyayê êrîşên esmanî birin ser Kefer Zîtaya navçeya Hemayê û gundê Latmînê û di êrîşa li Kefer Zîtayê da ambulansek bû hedef û 3 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl di êrîşa rejimê ya li Erîhayê da li gor agahiyan 11 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl birîndar bûn.