İbrahim Atmaca
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gor agahiyên ewilîn du sivîl mirin, herî kêm 13 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîl hat hildan, li navenda bajarê Îdlibê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê da jinek û zarokek mirin.
Piştî ku ekîbên Parastina Sivîl midaxale kirin û şûnda, birîndar rakirin nexweşxaneyên der û dorê.
Ji ber teqînê avahiyên der û dorê û gelek wesayîtan zirar dît.