Ahmet Karaahmet, Mehmet Burak Karacaoğlu
08 Îlon 2021•Rojanekirin: 09 Îlon 2021
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed agirbestê binpê kirin û li başûrê Îdlibê êrîşî navendeke tenduristiyê kirin, di êrîşê da jinek hat kuştin û zarokek jî birîndar bû.
Artêşa rejima Esed a li bajaroka Kefrenbîlê ya li başûrê rojavayê Îdlibê bi cih bûye û komên terorîst yên ku Îran li piştê ne ji bejahiyê êrîşî navenda tenduristiyê ya gundê Mîryenê ya li başûrê Îdlibê kirin.
Di êrîşê da jinek hat kuştin û zarokek jî birîndar bû.
Xisareke mezin di navenda tenduristiyê da çêbû.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 herêm wek "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" îlan kirbûn.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.