Dinya, Jiyan

Di nav 2 mehan da li bakurê Sûriyeyê nêzî 11 hezar kes hînî xwendin û nivîsandinê bûn

Li Herêma Mertalê Feratê ya bakurê Sûriyeyê dikeve di nav 2 mehan da nêzî 11 hezar kes hînî xwendin û nivîsandinê bûn

Ömer Koparan, Ethem Emre Özcan  | 08.09.2021 - Rojanekırın : 15.09.2021
Di nav 2 mehan da li bakurê Sûriyeyê nêzî 11 hezar kes hînî xwendin û nivîsandinê bûn Bekir Kasım - AA

El Bab

 Li Bab a navçeya ser herêma Hereketa Mertalê Feratê ya bakurê Sûriyeyê dikeve ku Tirkiyeyê ji terorê paqij kiribû ji alî meclisa herêmî va qursa xwendin û nivîsandinê hat vekirin û di nav 2 mehan da nêzî 11 hezar kes lê hînî xwendin û nivîsandinê bûn.

Meclisa herêmî ya Babê ku Tirkiye piştgiriyê didê di meha tîrmehê da ji bo kesên xwendin û nivîsandinê nizanin qurs vekir.

Li 16 deverî navendên qursê hatin vekirin, şêniyên herêmê eleqeyeke mezin nîşanî qursê dan û piranî jê qîz û jin 11 hezar kesî serî lê da.

Nûçegihanên AAyê ji ber 8ê Îlonê Roja Xwendin û Nivîsandinê ya Navneteweyî bi kesên ku paşê hînî xwendin û nivîsandinê bûne ra hevdîtin kir.

Mihemed Xalidê Hamayî ku 53 salî ye û di vî emrê xwe da hînî xwendin û nivîsandinê bû diyar kir ku ew ji êrîşên rejima Esed reviya û xwe spart navçeya Babê û wiha domand: "Min xanima xwe û 3 zarokên xwe hilda ewilî xwe spart Îdlibê û paşê jî hatim kampên herêma Babê ya ku bi Hereketa Mertalê Feratê ji terorê hat paqijkirin."

Xalid destnîşan kir ku wî di qursên li kampê hatin vekirin da hînî xwendin û nivîsandinê bû.

- "Ez jî êdî dikarim bixwînim"

Xalid Dîb Ehmedê 56 salî diyar kir ku ew jî tevlî 8 zarokên xwe 8 sal berê ji navenda navçeya Helebê bi darê zorê hatin derxistin û ev 2 sale jî di kampên li der û dorên Babê ne da dijîn û wiha domand: "Lazime her mirov bi xwendin û nivîsandinê bizanibe. Min bi tu tiştekî nizanibû. Dema min bihîst qurs heye ez hatim. Şikir ez hîn jî bûm û di demên berê da ji ber tunebûnê ez hîn nebûm lê êdî ez jî dikarim bixwînim."

Seham Evdirehmana 54 salî jî got ku 5 sal berê ji mecbûrî ew ji mala xwe derket û ev 4 sale jî di kampan da dijî û wiha pê da çû: "Ez çûm qursa xwendin û nivîsandinê û zarokên min û neviyên min jî alî min dikin."

Li gor daneyên Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SNRH) ji sala 2011yî heta niha di şerê navxweyî yê dewam dike da ji 1500î zêdetir dibistan zirar dîtin.

Li herêmên bi Hereketa Mertalê Feratê hatin rizgarkirin bi piştgiriya Tirkiyeyê va 700 dibistan hatin temîrkirin û ji bo perwerdehiyê hatin amadekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın