30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
ŞEBWE
Hat ragihandin li Şebweya wilayeta Yêmenê di êrîşa wesaîta bombebarkirî da 15 esker hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên eskerî li Şebweya li başûrê welêt bi wesaîta bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin.
Rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Ataqê destnîşan kirin piştî êrîşê 15 cinazeyên eskerên Hêzên Bijare ya Şebweniyeyê ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştgiriyê didê anîn nexweşxaneyê.
Hêzên Bijare ya Şebweniyeyê li wilayeta Şebweyê ya ku lê El-Qaîde çalak e bi cî bûbûn.
Tê texmînkirin êrîş bi destê El-Qaîdeya rêxistina terorê hatiye kirin.
Hêzên Bijare ya Şebweniyeyê bi beşdariya xelkê Hadramewtê di sala 2015an hatibû avakirin û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştgiriyê dide wan. Hêzên Bijare ya Şebweniyeyê li kampên hêzên koalîsyonê di pêşengiya Erebistana Siûdî da hatibûn perwerdekirin.