Türkan Tosun
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
NEW YORK
Qîmeta piyasayê ya Şirketa Appleê ya ku navenda wê Amerîka ye û di qada teknolojiyê de navdar e îro 22 milyar dolar kêm bû.
Hîseyên şirketê di borseya New Yorkê de roja înê ji 171,51 dolaran hatibû girtin, îro ji sedî 2,6 zirarê va heta 167,07 dolaran kêm bû.
Roja înê qîmeta piyasayê ya Appleê 880 milyar dolar bû, lê îro heta 858 milyar dolaran daket û 22 milyar dolar qîmeta wê ya piyasayê kêm bû.
Rojnameya Japonyayê Nîkkeî Asîan Revîew îdia kir Apple wê di heyama navbera Çileya paşîn-adarê de çêkirina iPhone Xê heta nîvî wê kêm bike û heta 20 milyonan wê daxe.
Di nûçeyê de hat gotin li Amerîka, Çîn û Ewropayê daxwaza li ser iPhone Xê daketiye û li van welatan di navbera mijar û çileya pêşîn de firotina wê kêm bûye.
Li Amerîkayê IPhone X bê bac bi 999 dolaran (3 hezar û 780 lire) tê firotin.