Derya Gülnaz Özcan
05 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2022
Li Yewnanistanê ji ber şewata daristanan hin gund û otelek ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Li herêma Amfîssayê ya nêzîkî Patrayê, li Girava Zakînthosê ya li Behra Îyonê, li herêma Kranîdiyê ya li Nîvgirava Morayê, li herêma Shîmatariyê ya li bakurê Atînayê, li Nîvgirava Aynorozê ya nêzîkî Selanîkê û li bajarê Ileîayê di daristanan da şewat derket.
Ji bo şewat bên vemirandin ji bejahiyê û esman xebat dewam dikin.
Ji ber ku ba zêde ye vemirandina şewatan bi zehmetî dimeşe.
Bi telîmata Îdareya Parastina Sivîl hin gund û oteleke li Kranîdiyê ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Teşkîlata Agirkujê daxuyand ji ber bayê gur talûkeya şewatê wê sibê jî dewam bike.