Volkan Kaşik
05 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Prof. Dr. Winfried Padbergê Serokê Makezanista Cerahiya Giştî ya Zanîngeha Giessenê ya Almanyayê ji bo ku tecrubeya xwe zêde bike û neqilkirina organan di cî da bibîne, Navenda Tibê ya Turgut Ozal a Zanîngeha Înonuyê ziyaret kir.
Navenda Tibê ya Turgut Ozal di neqilkirinê kezebê da li Ewropayê yekemîn, li dinyayê duyemîn e. Navend bi neqlên organan va bala akademîsyen û cerahan dikişîne ser xwe.
Par li Tirkiyeyê bi tevahî 1530 neqlên kezebê hatin kirin, ji van neqlan 231 tenê li navendê hatin kirin. Gelek cerah û akademîsyenên ku dixwazin xebatan di cî da bibînin û tecrubeya wan zêde bibe, li navendê dibin mêvan.
Prof. Dr. Padberg jî xwest bibîne bê ka ji zindiyan kezebê çawa neqlî zindiyên din dikin, hat Meletiyê. Padberg ji nûçegihanê AAyê ra got ku di navbera zanîngehên Înonu û Gîessenê da tevkariya 25 salan heye, wî jî cara ewil 12 sal berê bajar ziyaret kir.
Padberg diyar kir, Tirkiye bi taybetî jî Navenda Tibê ya Turgut Ozal a li Meletiyê di qada tenduristiyê da pir pêşketî ye û wiha dewam kir, "Navenda Tibê ya Turgut Ozalê ne tenê li Tirkiyeyê, li Ewropayê pir pêşketî ye. Bi taybetî karên ku ji bo kezebê tên kirin, li tu dera dinyayê tuneye. Beşên cuda cuda li ser her aliyê kezebê disekinin. Xizmeta ku tê kirin û kaliteya wê vê derê li dinyayê dixe yekemîn."
- "Tiştên hîn bûm, ez ê hînî hevalên xwe bikim"
Padberg daxuyand ew ji bo ku tecrubeyên xwe zêde bike, loma hat Meletiyê û wiha dewam kir:
"Ez hatim vê derê ku midaxeleya cerahî hîn bibim, ne ku hatime hîn bikim. Li dinyayê ev der cihê duyem e ku herî zêde neqil lê tên kirin, lê bi min ev der navenda herî mezin a dinyayê ye. Prof. Dr. Sezai Yilmaz xoce got ku wan heta niha 3 hezar û 500 neqil kirine. Ev jî wek navenda neqlê ya herî mezin a dinyayê tê hesibandin. Ez cara 5emîn e têm Meletiyê. Duh ketim du emeliyatên mezin û derfeta min çêbû ku ez Prof. Dr. Yilmaz temaşe bikim. Li Almanyayê ji kesekî zindî neqilkirina kezebê ya ji bo yekî din ê zindî hema hema qet çênabe, her tim ji kadavrayan neqil tên kirin. Dema ez vegerim Almanyayê ez ê van tiştê ku hîn bûme nîşanî hevalên xwe yên beşa me bidim."
- "Tirkiye bi neqilkirina kezebê va tê zanîn"
Padberg got pergala tenduristiyê ya Tirkiye û Almanyayê ji hêla xizmeta biqalîte va dişîbe hev û wiha axivî: "Tirkiye li dinyayê bi neqilkirina herî zêde ya kezebê va tê zanîn. Lê niha Meletî di mijara pençeşêr û neqla kezebê va navenda dinyayê ye. Bi hevkeriya du zanîngehan va hin xwendekar tên Almanyayê. Ez ê jî ji beşa me 2 cerahan ji bo cerahiya kezebê bişînim vir."
Prof. Dr. Winfried Padberg got neqilkirina ji heywanan ya ji bo însanan (xenotransplantation) digihêje 30 sal berê û xebatên li ser vê mijarê dewam dikin.
Padberg anî ziman di demeke nêz da ji heywanan dil û gurçik neqlî însanan hatiye kirin û wiha dewam kir: "Ez ji Zanîngeha Harvardê bi akademîsyenekî ra xebitîm. Ji xinzîrekî gurçik neqlî şempanzeyê hat kirin. Xebatên me dewam dikin, lê astengiya herî mezin a li ber neqilkirinê guherîna genetîkê ye. Eza çiqas bişibe ya însanan ev astengî jî ewqas rehet ji holê radibe. Ev jî girêdayî endazyarên genetîkê ye. Li Almanyayê her roj 3 nexweş ji ber nexebitîna kezebê dimirin. Heke ji heywanan neqla ji bo însanan çêbibe ev ê bibe hêvî. Di tedawiya pençeşêrê da teknîkên cerahî wê di dahatûyê da tevahî bi robotan va bên kirin. Ji bilî vê, ji bo her nexweşekî kemoterapî wê cuda cuda mimkun be."