Ehmed Şerayê Serokomarê Sûriyeyê li Almanyayê dê qederek hevdîtinan pêk bîne
Damascus
Ehmed Şerayê Serokomarê Sûriyeyê bi heyeteke astbilind gihîşt Berlîna paytextê Almanyayê ku qederek hevdîtinan pêk bîne.
Li gorî nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, Şera û heyeta wî ya ku ji wezîran pêk tê, di çarçoveya ziyareta ewil a ji bo Almanyayê da gihîşt Berlînê.
Di ziyaretê da xurtkirina peywendî û hevkariyan dê bê gotûbêjkirin.
Tê pêşbînîkirin, Friedrich Merzê Serokwezîrê Almanyayê li Berlînê piştî hevdîtina bi Şera ra civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixe.
Tê plankirin, Şera dê piştî ziyareta Almanyayê di 31ê Adarê da derbasî Îngiltereyê bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
