Mücahit Oktay
05 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Li llînoîsa eyaleta Amerîkayê di pîrozbahiyên 4ê Tîrmehê Roja Serxwebûnê da êrîşeke biçek hat kirin, 6 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
Navenda Polêsan a Highland Parkê daxuyand ku di merasima derbasbûnê ya ji bo Roja Serxwebûnê da êrîşkarekî nasnameya wî hê ne diyar e bi çekê va êrîşî gel kir, di êrîşê da 6 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin li gor gotina şahidan êrîşkarê hê nehatiye girtin ciwanekî 18-20 salî, porreş û pordirêj, çêrmspî ye û tîşortekî şîn lê bûye.
Endamê Meclisa Nûneran a eyaleta Illînoîsê Brad Schneider li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyandibû ku li bajarê Highland Parkê di pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê da êrîşeke biçek hatiye kirin.
Di wêne û dîmenên li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin da hatibû dîtin ku piştî dengê guleyan gel bi tirs û xof direve.