Türkan Tosun
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
SENA
Hat ragihandin li Senaya paytextê Yemenê bi topa hawinê va êriş li Balyozxaneya Îranê hat kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên leşkerî, pevçûnên di navbera Hûsiyan û Serokomarê Berê Elî Ebdullah Salih dewam dikin û di van pevçûnan de Balyozxaneya Îranê jî bi topa hawinê va hedef hat girtin.
Hat gotin hê nayê zanîn ku top ji ku hatiye avêtin û ji balyozxaneyê dû derdikeve.
Li Yemenê di navbera Hûsiyan û alîgirên serokomarê berê Salih de ku berê bi hev re hereket dikirin roja şemiyê pevçûn car din gur bûbûn.
Ji sala 2014an vir va di navbera Hûsiyan û alîgirên Salih de rageşî û pevçûn çêdibin.