Hat ragihandin ku li Sanaya paytextê Yêmenê li nêzîkî Akademiya Polêsan bi erebeyeke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encama êrîşê da 35 kes mirin û bi dehan jî birîndar hene.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê û şahidan hatin bidestxistin li nêzîkî Akademiya Polêsan a li Sanayê bi erebeyeke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encama êrîşê de 35 kes mirin û bi dehan jî birîndar hene. Hat diyarkirin ku piraneya mirî û birîndaran xwendekarên akademiya polêsan û xebatkarên Wezareta Karên Navxweyî ne.
Hê tu kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser xwe.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de hat destnîşankirin ku şebeqê gelek xwendekar ji bo ku xwe qeydî Akademiya Polêsan a Sanayê bikin ketibûn rêzeke dirêj, di vê demê de erebeya bombebarkirî êrîşî xwendekaran kir.