XAZZE
Muhammed Macîd - Li Xazzeyê piraniya malbatan ji ber ambargoya Îsraîlê gelek tengasiyan dikşînin. Di avahiyekî de star bûn bo însanan ji hewcehiyên sereke yek e. Lê malbatên Xazzeyî ji ber ambargoyan nikarin vê hewcehiya xwe jî hel bikin.
Ji van malbatan yek jî ya Salah el-Vadîyyeyê ye. Vadîyye, 3 jinên wî û 19 zarokên wî li herêma Ez-Zeytûna rojhilatê Xazzeyê di xaniyêk wêran de dijîn. Di vî xanî de du ode hene lê xanî ne ji kevir û kerpîçan ji tenîke û perçeyên qûmaşan hatiye çêkirin.
Vadîyye halê rewşa xwe û malbata xwe ji nûçegîhanê AAyê re parve kir û wiha got: "Ez li ber derê mala xwe dezgeh datînim û tiştên şirîn û şekiran difiroşim, debara mala xwe bi vî awayî dikim. Em li vê derê her roj dimirin, gelek tengasiyan dibînin. Mirin ji bo me ji vê şerpezetiyê çêtir e."
Lingê Vadîyye yê rastî jê kirine û xwîn riştiye ser mêjiyê jina wî ya ewil Hîndê. Jina wî ya dûyemîn Nesrîn jî nexweşa şekir e. Lawê wî Mûhammed jî piştî qezaya trafîkê ji lingê xwe seqet bû.
Vadiyye diyar kir, karekî wî yê ku pê bikaribe debara malbata xwe bike tuneye û ji ber vê jî nikare dermanan ji malbata xwe re bikire.
Delala 10 salî jî dixwaze biçe welatek dûr, cil û bergên nû li xwe bike û li bisiqlêtê siwar bibe.