Önder Beyter
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
WASHINGTON
Tirkên ku beşdarî protestoya li Washingtona paytexta Amerîkayê bûn, bal kişandin ser wê yekê ku Ermenî, bûyerên 1915an xelet nîşan didin ku ev yek xeletiyeke pir mezin e.
Bi hezaran Tirkên ku li ber Rezîdansa Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washingtonê kom bûn, tevlî çalakiya Komîteya Rênîşandana Neteweyî ya Tirk-Amerîkan (TASC) û Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) bûn.
Herwiha li heman ciyî Ermenî jî di xwepêşandana protestoyê ya bûyerên 1915an da hatin cem hev. Tirkên ku li vê deverê dijîn jî wekî berteka vê çalakiya Ermeniyan hatin cem hev, Sirûda Îstiqlalê xwendin û alayên Tirk û Azerbeycanê vekirin.
Tirkên Ahiskayî, Azerî û hinek pêkhateyên din ên ku li Amerîkayê dijîn jî piştgiriya protestoyê kirin. Di xwepêşandanê da hat balkişandin ku Ermenî, bûyerên 1915an şaş û xelet nîşan didin.
Balyozê Tirkiyeyê li Washingtonê Serdar Kiliç, Balyozê Azerbeycanê li Washingtonê Elîn Suleymanov û serokên sazkar ên TASCê Halîl Mutlu û Gunay Evinch jî beşdarî çalakiyê bûn.
Herdu çalakî jî bêteşqele bi dawî bûn.