ŞAM
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê (KNHŞM) îdia kir ku rejîma Esed li Şamê li herêma Yermûkê çekên kîmyewî bi kar aniye.
Koalîsyona muxalîfan der barê îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî da û got: "Hêzên rejîmê li hêla Yermûkê çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên navneteweyî divê li dijî rejîma ku çekên cûr be cûr ji bo gelê Sûrî bi kar tîne, bisekinin û sozên xwe bînin cih." Di daxuyaniyê de behsa aktîvîstan û parvekirinên wan ên li ser înternetê jî hat kirin.
Konseya Şoreşê ya Sûriyê ya Giştî (KŞSG) jî der heqê bûyerê de diyar kir ku li herêma Yermûkê penaberên Filîstînî zêde dijîn û ji ber çekên kîmyewî 15 kes bi fetisandinê, bi tevahî 22 kes mirin.
KŞSGyê bi bîr anî ku li herêmê xetên înternet û telefonan hatin birîn û 100 hezar kes li wir êxsîr man û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe û bal kişand ku birêvebiriya Şamê ev 6 meh in ku nahêle alikarî li herêma Yermukê bê kirin.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku hêzên Esed sûka li navçeya Erîhayê ya li bajarê Îdlîbê bombe kir û di nav de 2 jin û 2 zarok bi tevahî 24 kes mirin. Konseya Şoreşê ya Sûriyê ya Giştî diyar kir ku bi dehan kes birîndar bûn û bi lez hewcedariya alavên tibî hene.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR) dest nîşan kir ku hêzên rejîmê li gelek cihan erîş pêk anîn. Li Şamê 47, li Îdlîbê 25, li Helebê 20, li Tartusê 14, li Hamayê 8, li Derayê 7, li Rakkayê 5, li Kuneytrayê kesek û li Deyru'z Zorê jî kesek bi tevahî 128 mirin.