Wezareta Karên Derve li ser îdiayên ku îro di çapemeniyê de weşiyan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "îdiayên bêbingeh nîşaneya xwenezanînê ye" û îstismara mijarên ku ewlehiya neteweyî û silametiya gel eleqedar dikin bi tu awayî nayên qebûlkirin û ev tevger di çarçoveya azadiya çapemeniyê de jî nîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê di mijarên wiha xesas de tevgerên çapemeniyê li gor exlaqê rojnamegerî û çapemeniyê bibe û divê raya giştî bi nûçeyên bêbingeh, spekulatîf û xwenezan ve neyên xapandin. Em hemû saziyên weşan û çapemeniyê dewet dikin ku ew der heqê vê mijarê de hestyar bin û li gor van nûçeyan tevnegerin. Ji bo ku personelên me yên Serkonsolxaneya Mûsilê bên rizgarkirin jî hemû saziyên me yên têkilî vê mijarê dixebitin ku ew sax û silamet vegerin welêt."