Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiyeyê rojekê berî operasyona cih guhertinê ya Tirba Şah Silêman, bi awayekî fermî agahî da wan; lê li benda bersiva wan nesekinî.
Di daxuyaniya wezareta karên derve de wiha hat îfadekirin: "Wezerate Karên Derve ya Tirkiyeyê, operasyona cih guhertinê ya Tirba Şah Silêman rojekê berî operasyonê bi fermî ragihand Konsolosiya Sûriyeyê ya Sitenbolê. Lê belê li gor peymana ku di sala 1921ê de di navbera erkdarên Tirk û erkdarên Frensî de hatiye îmzekirin tevgeriyan û li hêviya erêkirina Sûriyeyê nesekinîn."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirba Şah Silêman li herêma Reqayê yê DÎŞI bi tundî êrîşan dibe ser herêmê û wiha hat diyarkirin: "Li herêmê DÎŞIyê gelek gor, tirb û dêr serobin kir lê heta îro tu caran êrîş nebir ser tirba Şah Silêman."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heke Tirkiye rêzikên peymana li ser Tirba Şah Silêman îxlal bike, dê berpirsiyarê vê bikeve li ser milê desthilatdariya Tirkiyeyê"