KÎEV
Serokê Dewleta Ukraynayê Viktor Yanukaoviç aşkere kir ku piştî hevdîtinên li gel serekên opozîsyon û nûnerên YEyê û Rûsyayê, bi hev kirine.
Serokatiya dewletê daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku herdu hêl îro nîvro dê hevpeymanê îmze bikin.
Lê belê, opozîsyonê der barê bihevkirinê de hê jî tu daxuyanî neda.
Hevdîtinên di navbera Yanukoviçî û serekên opozîsyonê duhê seranserê şevê berdewam kiribû.
Hetanî serê sibehê nîqaşan berdewam kir
Li Ukraynayê, duhê di xwepêşandanên li dij rêveberiyê de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hevdîtinên di navbera Yanukoviçî û serekên opozîsyonê hetanî saetên serê sibehê berdewam kir. Li navenda bajêr tu bûyerên tîj û tundiyê rû nedan.
Berdevka Serokatiya Dewletê Anna Germanê di daxuyaniya xwe ya ku da Ajansa Nûçeyan a Interfax a Ukraynayê de got ku Yanukoviçê ku li gel serekên opozîsyonê hat bal hev "ji bo ku li welêt atmosfereke bi aramî pêk were dê tawîzan bide."
Serê sibehê bi hezaran xwepêşandêr daketin Meydana Azadiyê, lê li tu derî peywirdarên asayîşê nexuyan.
Piştî ku di 21 çiriya paşîn de Yanukaviçî Peymana Hevkariyê û Peymana Kûr û Dorfireh a Bazirganiya Serbest a ku YEyê pêşniyaz kiribû vegerand, li Ukraynayê di xwepêşandinên li dijî rêvebiriyê de xwîn rijiya û ev bû hefteya herî bixwîn.
Wezareta Tendirustiyê ragihand ku di xwepêşandinên duh de 47 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji serê hefteyê û heta niha bi tevahî 77 kes mir. Di bûyeran de jî, ji 500 kesî zêdetir mirov birîndar bûn.
Wezareta Karên Navxweyî jî diyar kir ku 3 polês mirin û 28 polês jî birîndar bûn.
67 polês jî ji layê xwepêşandêran ve rehîn hatin girtin. Hat zanîn ku polêsên ku rehîn hatine girtin di avahiya şaredarêyê de ya ku ji layê xwepêşandêran ve hatiye dagirkirin de tên girtin.
Xwepêşandinên li dijî rêvebiriyê belayî bajarên din ên welatê ku xwedî 46 milyon serjimar e, bûn. Bi taybetî xwepêşandinên li dijî rêvebiriyê li bajarên rojavayê welat tên lidarxistin.
Wezareta Karên Navxweyî kesên ku li serbajêr rudinin hişyar kirin da ku ji malên xwe dernekevin.
Hevdîtinên wezîrên YEyê berdewam in.