Ayhan Mehmet
05 Mijdar 2025•Rojanekirin: 06 Mijdar 2025
Li Îskeçeya bajarê Trakyaya Rojava danê sibehê bi mezinahiya 4,5an erd hejiya.
Li gor daneyên Enstîtuya Jeodînamîk a Yûnanistanê, li gorî saeta herêmî di 09.16an da ji aliyê bakurê rojava va 12 kîlomêtre dûrî Îskeçeyê erd hejiya, li gorî tesbîtê erdhej nêzî 15 kîlomêtreyî di binê erdê da çêbû.
Erdhej li tevahiya Trakyaya Rojava û li herêmên Rodopa cînar û Dedeagaçê jî hat hîskirin û li gor tesbîtên ewil tiştek bi kesî nehat an jî xebera ziyana mal û milk nehat dayîn.