Elif Orhan
2019 ж. 17 сәуір•Rojanekirin: 2019 ж. 18 сәуір
Li Terablusa paytextê Libyayê di êrîşa roketan da 6 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Meclisa Şaredariya Ebu Selîmê ya Terablusê da hat diyarkirin ku bi roketan êrîşî herêma Ebû Selîmê kirin di êrîşê da 5ê wan jin 6 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.
Fayîz Seracê Serokê Konseya Serokatiya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Libyayê li herêma êrîşê geriya.
- Serac sûc avêt ser Hefter
Serac li vê derê daxuyanî da û ji bo General Xelîfe Hefter got "sûcdarê şer". Serac diyar kir ku ew ê der heqê binpêkirina mafan da li dijî hêzên Hefter dosyeyekê bidin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.
Li gor xebera têlevîzyona Ehrarê ya li Libyayê, Mihemed Yunisê Berdevkê HMNyê hêzên General Xelîfe Hefter bi bombekirina Terablusê sûcdar kir. Yunis got, "Hefter dest bi bombekirina sivîlan kir û ev jî nîşan dide ku di eniyên şer da têk diçe."
Hefterê serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê ji bo Terablusa paytext bi dest bixe di 4ê nîsanê da ferman dabû û li ser vê yekîneyên HMNyê li dijî wî operasyon dabûn destpêkirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kiribû ku 12 roj in şer dewam dike, di pevçûnên li Libyayê da 174 kes hatin kuştin û 756 kes jî birîndar bûn.