Dinya

Li Tehranê dengê teqînan hat bihîstin

Haydar Şahin  | 05.03.2026 - Rojanekırın : 05.03.2026
Li Tehranê dengê teqînan hat bihîstin

Arbil

Hat ragihandin li Tehrana paytextê Îranê pergalên parastina hewayê xebitîn û dengê teqînan hat bihîstin.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî daxuyand ku li Tehranê pergalên parastina hewayê xebitîn.

Di nûçeyê da hat gotin piştî ku pergalên parastina hewayê xebitîn, dengê teqînan hat bihîstin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın