Dinya

Li Taywanê erd bi lerza 6,4an hejiya

Li Yîlanan li bakurê rojhilatê Taywanê erd bi lerza 6,4an hejiya

Haydar Şahin  | 08.08.2019 - Rojanekırın : 09.08.2019
Li Taywanê erd bi lerza 6,4an hejiya

Beijing

Li bakurê rojhilatê Taywanê erd bi lerza 6,4an hejiya.

Navenda Tora Erdhejê ya Çînê diyar kir ku li Yîlana navçeya li bakurê rojhilatê Taywanê erd bi lerza 6,4an hejiya.

Hat destnîşankirin ku erdhej 30 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û daxuyanî nehat dayîn ku gelo tiştek bi tu kesî hat an na.

Buroya Meteorolojiya Navendî ya Taywan jî diyar kir ku lerza erdhejê 6 e û 22,5 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Welatiyên li nava giravê jî bi lerza 4 û 3 yan bi erdhejê hisiyan.

Ji ber erdhejê ji bo demekê seferên metroyê hatin sekinandin. Hişyarî dan ku wesayîtên li der û dora Yîlanê leza xwe daxin di saetekê da 60 kîlomêtreyî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın