Emre Aytekin
26 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2025
Hat ragihandin, li bajarê Taînanê ku dikeve başûrê rojavayê Tayvanê, bi mezinahiya 5,7an erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Buroya Meteorolojiyê ya Navendî (CWA) hat dayîn, navenda erdhejê navçeya Dongshanê ye û ev navçe jî ji aliyê bakurê rojhilatê va 43,9 kîlomêtre dûrî navenda bajarê Taînanê ye. Li gor qeydê erdhej 7,7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Piştî vê erdhejê, li devereke nêzî navenda erdhejê bi mezinahiya 4,8an erdhejeke din jî çêbû.
Nehat ragihandin ku di erdhejê da tiştek bi kesî hat an jî xesara madî çêbû yan na.
Li Chiayiya bajarê Tayvanê di 21ê Rêbendanê da bi mezinahiya 6,4an erd hejiyabû û tê da 26 kes birîndar bûbûn.