Bahtiyar Abdülkerimov
28 Îlon 2023•Rojanekirin: 28 Îlon 2023
Li Taşkenda paytexta Ozbekistanê li embara kargehekê teqîn çêbû, di encamê de hinek kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rewşên Acil a Ozbekistanê li semta Sergelî ya Taşkendê, li embara kargehekê teqîn çêbû.
Di encama teqîna ku hê sedema wê nehatiye tesbîtkirin de hinek kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan û ekîbên îtfaiyeyê jî sewqî herêmê hatin kirin.
Ji aliyê din ve dengê teqînê li gelek cihên Taşkendê hat bihîstin û welatiyan jî li ser medyaya civakî dîmenên der barê teqînê de belav kirin.